'Nobeta Edaletê' 752 roj in didome 2023-04-13 14:51:42   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 752 roj in didome. Di çalakiya îro de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 752’yê de berdewam dike.    Di çalakiya îro de Ferît Şenyaşar axivî û got: "Em li bendê bûn ku hikûmet edaletê pêk bîne lê belê me dît ku kesên ku dibin sedema bê edaletiyê li Rihayê wekî namzet hat nîşandan. Riha bajarê pêxemberan e. Dema ku Hz. Îbrahîm hat şewitandin qismekî gel dar berhewdikir û qismekî gel jî ji bo temirandina agir av dianîn. Niha hilbijartinek li pêş me ye. Kesên ku bûne sedema bê edaletiyê li Rihayê wekî namzet hat nîşandan û dê ji gel deng bixwaze. Gelê Rihayî dê di 14'ê Gulenê de bi wijdanî biçe ser sindoqan."