Li Qersê danasîna namezetan a bi çoş 2023-04-13 14:36:37     QERS - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li Qersê bi çoş hatin pêşwazîkirin. Namzet bi konvoyê derbasî navenda bajêr bûn.     Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li Qersê bi gel re hat ba hev. Bi pêşengiya HDP û Partiya Çep a Kesk ev hevdîtin pêk hat. Bi sedan welatî û rêveberên HDP'ê yên Qersê tevlî hevdîtinê bûn. Namzet di têqetina Qaxizmanê de bi def û zirnê hatin pêşwazîkirin. Welatiyên li vir govend gerandin derbasî buroya hilbijartinê ya Kuçeya Kaleiçi bûn.    Namzeta Partiya Çep a Kesk a Qersê Gulistan Koçyigit da zanîn em ji bo vekirina jiyaneke nû tên û got ew ne mecbûrî sîstemê ne û ew ji bo pêşiyê li jiyaneke demokratîk û aştiyane vekin tên.    Gülistan son olarak Yeşil Sol Parti’nin farklı kesimlerden insanların sesi olduğunu belirterek, Qers’te üçte üç yapacaklarını ifade etti.   Namzetê Partiya Çep a Kesk ê Qersê Sertaç Çelikkaleli jî anî ziman ku ew ê hesabê Ceyla Onkol û Dayika Taybet li meclîsê pirs bikin û got:"Ji bo em hesabê tarîtiya li me ferz dikin em ê herin meclîsê."   Bername bi gerandina govend û tilîliyan qediya.