Ji bo tevlîbûna meşa li Dusseldorfê bang hat kirin 2023-04-13 12:21:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo, azadiya me hemûyan e” di 15’ê Nîsanê de li Dusseldorfê meşek tê lidarxistin. KON-MED ji bo tevlîbûna meşê bang li gel kir.    Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanyayê (KON-MED) ji bo meşa “Azadiya Rêber Apo, azadiya me hemûyan e”, di 15’ê Nîsanê de wê li Dusseldorfê were lidarxistin daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Rêber Apo ku bi fikr û felsefeya xwe demokratîk û azadîxwaz di serî de Gelê Kurd, ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bû çavkaniya jiyanê, di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komployeke navneteweyî de dîl hate girtin.   25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji Adara 2021’ê û vir ve jî tu agahî jê nayê wergirtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran an bêbersiv tên hiştin an jî têne redkirin. Ji ber vê rewşê tirs û fikara me ya li ser jiyan û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan her diçe zêde dibe.   Di serî de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hemû hêzên têkildar ên navneteweyî li hemberî vê tecrîda mutlaq bêdeng in. Em dizanin ku bêdengiya van hêzan ji hevkariya wan a bi dewleta Tirk a dagirker tê. Ew hêzên ku niha bêdeng in, heman hêz bûn ku komploya 15’ê Sibatê pêk anîn.   Ew hêzên ku niha bêdeng in, heman hêzên ku fikra neteweya demokratîk ku azadiya gelan pekan dike, ji xwe re weke gefekê dibînin. Ew hêzên ku niha bêdeng in, heman hêz in, ku ji avakirina komara Tirkiyeyê û vir ve hevkarê qirkirina Gelê Kurd in.   Ji ber ku Rêber Apo bi fikr û felsefeya xwe pêşî li vê qirkirinê girt û azadî pêşkêşî gelên herêmê kir. Ji ber vê bû hedefa van hêzan û bi gardiyantiya dewleta Tirk dîl hate girtin.   Gelê kurd û hêzên demokrasiyê êdî nema dikare xwe li hemberî vê tecrîdê rabigire. Ji ber ku azadiya Rêber Apo di kesayeta Gelê Kurd de azadiya gelên herêmê ye.   Bi vê têgihiştinê em KON-MED em ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Nîsanê de li Dusseldorfê bin. Di vê çalakiyê de em ê li hemberî bêdengiya hêzên navneteweyî erk û berpirsyariyên aliyên têkildar bi bîr bixînin û sûcên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.   Ji ber vê yekê em bang li Gelê Kurd, dostên Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin, ku bi rihê seferberiyê dakevinn qada çalakiyê û bibêjin, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’."