Partiya Çep a Kesk li Şirnexê bûroya hilbijartinê vekir 2023-04-12 22:21:53   ŞIRNEX – Partiya Çep a Kesk, li Avahiyên Karasetê ya li Şirnexê bûroya hilbijartinê vekir. Di bernameyê de namzeta Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal, destnîşan kir ku heya tecrîd neye şikandin çareserî ne bi pêkan e.   Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bê navber berdewam dike. Li Avahiyên Karasetê yê Şirnexê bûroya hilbijartinê hate vekirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk yê Şirnexê Newroz Uysal, Zekî Îrmez û Bedîrhan Asol, Parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş, Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê, Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek, MEBYA-DER û gelek kes beşdarî bûn.    ‘Em ne bêçare ne’   Newroz Uysal di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd ne bêçare ne û wiha dirêjî dayê: “Ev hilbijartin ji bo me heyîn û nebûne. Bi salan in li dijî Gelê Kurd zilm, zordestî, talankirin, qirkirina civakî û qirkirina xwezayî tê meşandin. Polîtîkayên xwe li ser gelan ferz dikin û ji wan re rêyekê din nahêlin. Em îro di xeta sîyaseta sêyemîn de bi israr in û ne bêçare nin. Mîmarê vî sîyasetê jî birêz Ocalan e ku 24 sal in di bin tecrîdek giran de li ber xwe dide. Lewra ji bo ku çareserî were pêkanîn a ewilî şikandina tecrîda girankirî ya li dijî birêz Ocalan e.”    ‘Pêşengiyê ciwan dikin’   Zekî Îrmez jî axivî û got: “Bûroyên hilbijartinê ku em bi rojan in vedikin pêşengtiyê wan ciwan dikin. Faşîzma AKP’ê MHP’ê bi taybetî ji ciwanan ditirse. Ji ber ku yê ku hilbijartinê diyar bikin ciwan in. Em ê di 14’ê Gulanê de vî hikûmeta faşist têk bibin. Ev roj rojekê dîrokî ye.“   Piştî vekirina bûroyê bername bi govend girtinê bi dawî bû.