Li Îzmîr û Bursayê buroyên hilbijartinê hatin vekirin 2023-04-12 21:12:44   NAVENDA NÛÇEYAN-  Partiya Çep a Kesk li Bursa û Îzmîrê bi girseyî buroyên hilbijartinê vekir.   Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber dimeşîne. Di vê çarçoveyê de li Îzmîr û Bursayê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirinên buroyan de bi sedan kes hatin gel hev û gotin wê di sindoqan de hesab bipirsin.    Îzmîr   Partiya Çep a Kesk li taxa Golcuk a Menemen a Îzmîrê buroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, serokwekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç li Koyundere a Menemenê j aliyê gel ve bi coşek mezin hatin êşwazîkirin. Piştre bi konvoyê çûn ber buroya hilbijartinê ya ku hat vekirinê.    Çîgdem û Saruhan gel silav kirin û gel eleqeyek mezin nîşan da. Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Berna Çelîk gel silav kir û diyar kirin ku wê di 14’ê Gulanê de AKP’ê bişînin û dîrokê binivîsin.   Serokwekîlê Koma HDP’ê Saruhan Oluç jî axivî û got: “Em 14’ê Gulanê de diçin ser sindoqan. Em ê mohra xwe li Partiya Çep a Kesk bidin. Mehek me maye. Em ê rejim yek mêrî bavêjin ser sergo. Emê bihev re biserkevin. Em ê edeletê bihevre bînin.”   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û diyar kir wê bi Partiya Çep a Kesk Tirkiyeyê mezintir bikin û komarê demokratîk bikin.    Piştî axaftinan buro bi coşek mezin hat vekirin.   Bursa    Partiya Çep a kesk li navçeya Yildirim a Bursayê li taxa Karapinar bi tevlibûna Berdevka partiya HDP’ê Ebru Gunay, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin buro vekirin.    Welatiyan eleqeyek mezin nişanda û bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berszkirin. Aktîvîtên TJA’yê, hevserokê HDP’a Bursayê  Mehmet Dîlek, namzeta herêma yekem a Bursayê Ceylan Erol Erdogan, namzetê herêma duyem Necdet Îpekyuz, rêveberên HDP û endamên EMEP’ê jî tevli bûn.   Hevberdevkê partiya Çep a Kesk a Bursayê Yuksel Akgun axivî û balkişand ser têkoşîna edeletê ya Ferît Şenyaşar ku li Rihayê bûye namzet û got wezîrê dadê Bekîr Bozdag jî li Rihayê bûye namzet û divê gel tercîha xwe baş bike.   Namzeta herêma Yekemîn a Bursayê Ceylan Erol Edogan jî axivî û diyar kir kuev hilbiajrtin wê hilbiajrtina jin û ciwanan be û got wê jin û ciwan bi hev re saltanata haramiyan xera bikin.   Parlamenter Necdet Îpekyuz axivî û balkişand ser têkoşîna hepvar û got heta roja hilbijartinê wê bi hemû hêza xwe bixebitin û got dem dema bidestxistina azadiyê ye.   ‘Hilbijartin bo me qada têkoşînê ye’   Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebru Gunay jî li ser girîngiya têkoşînê sekini û got heta zextên li ser gelê Kurd hebe wê têkoş3in hebe û got hilbijartin ji bo wan qada têkoşînê ye. Hevberdevkê partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî axivî û got hilbijartin ji bo gel gelek girîngin û got ev pergal wê bi destê gel biguhere û ji hemû kesî re serkeftin xwest.   Piştî axaftinan buro bi coşek mezin hat vekirin.