Namzetên Partiya Çep a Kesk yên Şirnexê hatin pêşwazîkirin 2023-04-12 15:28:05     ŞIRNEX - Namzetên Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê li rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîrê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.   Namzetên Partiya Çep a Kesk ya Şirnexê li rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîrê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.  Li gel nnamzedên Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal, Ayşegul Dogan Dagli, Mehmet Zekî Îrmez û Bedîrhan Asol; Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Rêxistina HDP’ê ya bajarê Şirnexê, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER û endam û rêveberên rêxistina navçeyên HDP’ê beşdarî pêşwazî kirinebûn.   ‘Soza me ji bo gelê me heye’   Ewilî Ayşegul Dogan axivî û got: “Hêvîyek mezin heye. Divê em jî layiqê van hêvî û nirxan bin. Kesên ku li ser vê axê dijîn gelek berdelên giran dane. Ji bo ku em hebûna xwe nîşan bidin têkoşînek mezin hate dayîn. Lê rêyek nû vedibe. Em çiqas bi dengekî bilind derkevin em ê hebûn û rûmeta xwe jî bilindtir nîşan bidin. Em rêya çareseriyê dixwazin, azadiya girtiyên sîyasî dixwazin. Soza me ji gelê me re heye. Divê em van sozan ji bîr nekin. Meseleya me ne meseleya 20 salan e. Meseleya me ya bi sedan sal e. Ji ber vê rêyek nû vedibe. Em ê guhdariya gelê xwe bikin û hêvî û daxwazên wan bînin cîh. Em ê 14'ê Gul’nê coşa Şirnexê ne tenê li herêma Botanê li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin.”   ‘Em 4 parlementeran derxin’   Newroz Uysal jî wiha axivî: “Hûn dizanin ku ev barekî giran e. Em ê heta 14'ê Gulanê bi hêzekê xurt ji Şirnexê 4 parlementeran derxin. Em ê heyfa xwe di 14'ê Gulanê de hilînin. Îro hemû hevalên me, rêxistinên me amade ne. Me coşa Botanê dît, coşa we coşa me jî zêde kir. Em ê bi sekna we xebatên xwe xurttir bikin û bi ser kevin.”