Dayikên Şemiyê derbarê polîsan de serlêdana sûc kirin 2023-04-12 14:38:27     STENBOL - Dayikên Şemiyê ku ku xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê bikin û polîsan êrîşî wan kir, piştî derbarê polîsên êrîşkar de li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin daxuyanî dan.   Dayikên Şemiyê, piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina Qada Galatasarayê ji bo çalakiyên wan biryara"binpêkirina maf" da, di 8'ê Nîsanê de dema ku li heman qadê çalakî kiribûn polîsan êrîşî wan kiribûn. Dayikên Şemiyê li dijî êrîşa polîsan li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin û piştre jî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên Şemiyê/gel û parêzer jî amade bûn. Lê salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigerin, Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê vekin" hat vekirin. Li ser navê girseyê Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend.   'Hukmê qanûna bingehîn tên binpêkirin'   Gulseren di daxuyaniyê de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û diyar kir ku çalakiya li Qada Galatasarayê demokratîk e û wiha got: “Dema me di 30’ê Adarê de serî li Qeymeqamtiya Beyoglu da ji bo çalakiyê, diyar kirin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve ji wan re hatiye şandin û ew hîn bûne ku wan şandine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat ragihandin jî, li Qada Galatasarayê dema di 8'ê Nîsana 2023'an de ji bo çalakiya hefteya 941'emîn em çûn qadê, polîsan daxuyaniya me asteng kirin. û em hatin binçavkirin û bi guhnedana biryarên hiqûqî mafê me hat binpêkirin û ev jî nîşan dide ku bêhiqûqî hatiye kirin. Me li dijî vê serî li Serdozgerya Komarê ya Stenbolê da, me xest ku polîsên êrîş kirin bên tespîtkirin û bên cezakirin. Em dixwzin ku dorpêça li Qada Glatasarayê bê bidawîkirin.”   'Xeter e ku polîs di ser Dadgeha Destûra bingehîn re bên dîtin'   Piştre Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiya bêîteatiya sivîl a rewa ye. Eren got, “Em behsa çalakiyekê dikin ku divê neyê astengkirin. Serokwezîrê berê bi dayikan re hevdîtin pêk anî û soz da. Em li heman cihî ne, yên ku hatine guhertin ew in. Bi siyaseta windakirina xwe razî bûn. Pir xetere ku polîs di ser Dadgeha Destûra Bingehîn re bên dîtin.  Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û hejmara kesên li qadê zêde bikin."   Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ku dayika Murat Yildiz ê di binçavan de hat windakirin  jî got, “Min kurê xwe bi destê xwe bir emniyetê. Ez ê li her derê li kurê xwe bigerim ji ber ku ez naxwazim bêyî ku ez aqûbeta kurê xwe bizanim biçim. Ez mafê ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye nadim binpêkirin. Ger ew ne di ferqê de bin ez jî wan nas nakim. Em ê dev ji doza xwe bernedin.”   'Em ê pêvajoyê bişopîne'   Herî dawî parêzer Jiyan Kaya, anî ziman ku Dayikên Şemiyê  li gel ku qedexe nebû jî di  8'ê Nîsanê de hatin binçavkirin û got ku ewê şopdarê bûyerê bin û li qeymeqamtiyê jî gilî bikin.