KCDK-E'yê ji bo meşa li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir 2023-04-12 09:54:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo meşa 15'ê Nîsanê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bang kir ku her kes bi 'ruhê seferberiyê' tevlî bibin.   Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate ragihandin ku li gel Dusseldorfê her wiha wê li gelek bajarên din ên Ewropayê jî meş û mîtîng bêne lidarxistin.   KCDK-E'yê bi bîr xist ku dewleta tirk û hêzên komploger ên navneteweyî 24 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê êrîşên qirkirinê dimeşîne.   Hate rgaihandin ku tecrîda li ser Ocalan bi qasî ku li dijî meşa azadiyê ya gelê Kurd e, di heman demê de ji ber tirsa ji hêz û bandora vî fikrî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.   KCDK-E'yê got, "Ji bo tecrîda ku ketiye sala 25'an êdî tehemûla me nemaye. Me azadiya Rêber Apo ji bo xwe kirine armanca xwe ya bingehîn a jiyanê."   Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji bo têkbirina mêtingeriya dewleta tirk û faşîzma AKP-MHP'ê, ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan û pêkanîna statuya Kurdistanê, her kes ji bo çalakiyên navendî yên 15'ê Nîsanê seferber bibin.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di 15'ê Nîsanê de bi beşdariya ji Elmanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Belçîka û Hollandayê wê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê meşeke navendî bê lidarxistin. Bi beşdariya ji Başûrê Fransayê li Marsîlyayê, her wiha li Norwêc, Fînlandiya, Swêdê, li Stockholm, Goteborg, Kanada, Awûstralya, Qibris, Îngilistan, Awûstûrya, Îtalya û Yewnanistanê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê meş û mîtîng bêne lidarxistin.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî van meşên girseyî bibin."