Rapora CPT'yê teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin 2023-04-12 09:08:02   Melek Avci   ENQERE - CPT diyar kir ku rapaora der barê Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û pêvajoya weşandina raporê ji biryara reydarên Tirkiyeyê re maye.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal e li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Abdullah Ocalan, girtiyên gel wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim tu agahî nayê girtin. Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an pê re hevdîtin kiribûn û ji bo hevdîtinan bikin hem ji qada navneteweyî hem jî ji Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hatin kirin. Serlêdanên hatin kirin bê bersiv man û bi hincetên cezayên dîsîplînê hatin astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropa (CPT) di  meha îlona 2022’an de diyar kiribû ku çûye serdana Îmraliyê lê tevî hemû pirs û israran aşkera nekir ku bi AbdullahOcalan re hevdîtin kiriye an na.   Rapor di meha Adarê de hat qebûlkirin   Rapora der barê serdanê de ya CPT'ê di 110’emîn civîna lijneya giştî ya navbrea 6-10’ê Adarê de ku li Strasbourgê pêk anîn de komîteyê qebûl kiribû. CPT’ê 32’emîn Rapora Giştî ya 1’ê Çile-31'ê Kanûna 2022’an dihewand weşand.  CPT di raporê de diyar dike ku serdana ji bo Îmraliyê pêk anîne, lê der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî di raporê de cih negirtine. Di raporê de hat diyarkirin ku di seranserê sala 2022’an de CPT'yê li welatên endamê Konseya Ewropa serdanên periyodik pêk anîne û bi giştî 16 serdan (140 roj) pêk anîne.   ‘Rapor gîhandin merciyên edlî’   CTP'yê der barê Îmraliyê de tu agahî nedabûn û hefteyek şûnde bersiv da maîlên me û got rapor radestî Tirkiyeyê kirine. CPT'yê ev tişt gotibû. “Rapora der barê  serdana di bin sernavê serdanên Ad Hoc yên li Tirkiyeyê hatine kirin, ji aliyê CPT ve di Adara 2023’an de hatiye qebûlkirin û piştre radestê merciyên Tirkiyeyê hatiye kirin. Rayedarên Tirkiyeyê ji bo aşkerakirinê wê biryarê bidin.   Baldikşînin ser sala 11’an   Hat diyarkirin ku aşkerakirina raporê ji însiyatîfa Tirkiyeyê re hatiye hiştin û balkişandin ser xala 11’emîn a Peymana Ewropayê ya Der barê Pêşîgirtina Binpêkirina Mafan û Îşkenceyê. Di xala 11’emîn de jî îfada ‘Komîte di rewşa ku daxwazên aliyên têkildar de , bi şîroveyên aliyên têkildar re wê raporê aşkera bike’ heye.