Li dijî tifaqên dijminê jinê Partiya Çep a Kesk 2023-04-12 09:02:09   Rozerin Gultekin   STENBOL - Berdevka Jinan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Dîdem Goçer da zanîn ku di çarçoveya danezana hilbijartinê ya jinan de hedefa wan a ewil rawestandina tundiyê ye û got wê gotina jinan 14’ê Gulanê biguherîne û jin wê Partiya Çep a Kesk tercîh bikin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî xetereya girtinê biryar girt ku bi Partiya Çep a Kesk biçe hilbijartinên dema 28’emîn a di 14’ê Gulanê de pêk tê. Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk di 2’yê Nîsanê de danezana Hilbijartinê ya Jinan a 2023’yan deklere kir.    Berdevka Jinan a Rêveberiya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Dîdem Goçer der barê danezanê de û hilbijartinan de ji JINNEWS’ê re axivî.   Ji aliyê gel ve hat qebûlkirin   Dîdemê da zanîn ku danezana hilbijartinê ji aliyê gelan ve hatiye qebûlkirin û li hember vekirina buroyan eleqeyek mezin tê nişandan. Dîdemê wiha vegot: “Tifaqa Cumhur û Mîllet tiştekî nadin jinan. Di vî alî de Danezana Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li cihekî pir girîng e. Em ê hêza xwe di 14’ê Gulanê de nîşan bidin. Di vê hilbijartinê de wê jin dersê bidin wan.”   Hedef rawestandina tundiyê ye   Dîdemê bal kişand ser xala der barê ‘stargehên jinan’ ya di danezanê de û wiha bi lêv kir: “Tundî li vî welatî birînek mezin e. Bêguman hedefa me ya yekem rawestandina tundiyê ye. Pêşîgirtina li tundiyê ye. Her roj jinên tundiyê dibînin hene. Jinên ji malbatê tundiyê dibînin hene. Ji ber vê heta çareseriyek mayînde bê dîtin divê jin ji tundiyê bê rizgarkirin. Bêguman ne çareserî ye lê divê cihên ku jin lê bên parastin hebin. Divê şaredarî xizmetê bidin. Divê wezareta jinan xizmetê bide. Divê jin bêyî tirs bijîn. Ji ber vê stargeh girîng in. Jin wê jiyana xwe di çarçoveya kirdebûnê de bixwe diyar bikin. Di danezanê de nokteya bi taybet li ser hatiye sekinandin ev e. Wê her tim daxwazên jinan li pêş bin.”   'Wê qadên hilberînê bên afirandin'   Dîdemê destnîşan kir ku ji bo jin travmayên dijîn ji ser xwe biavêjin û jiyanek baş ava bikin divê ewil ji cemawerî butçe ji wan re  bê veqetandin û wiha pê de çû: “Divê jin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Divê qadê ku bikaribin lê hilberînê bikin bên afirandin. Divê der barê vê de xebat bên kirin. Hewcedariya jinan çiye divê li ser xebat bên kirin. Li Stenbol û her derê welat xebat tên meşandin. Stenbol pir mezin e. Ji ber sazbûnek adilane ya aboriyê tune ye, gelek pirsgirêk diqewimin. Jinên koçber û yên din. Xwegîhandina hemûyan bêguman ne pêkan e. Lê em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû jinan. Tifaqa Cumhur tifaqa dijminê jinê ye. Tifa Millet ne dijminê jinê be jî tu pêşniyarek wan ji bo jinê tune ye. Ji ber vê jî jin wê dengê xwe nedin tifaqa dijminê jinê.”   ‘Wê gotina jinan di 14’ê Gulanê de biguherîne’   Dîdemê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk wê xebatên xwe bimeşîne. Em hewl didin bi rêxistinên jinan re di vê mijarê de xebatan bimeşînin. Em bi wan re di vê rê de dimeşin. Wê gotina jinan di 14’ê Gulanê de biguherîne. Wê jin di sindoqan de bersivê bide AKP-MHP’ê. Partiya ku herî zêde ji aliyê jinan ve bê tercîhkirin wê Partiya Çep a Kesk be.”