ROJEVA 12Y'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-12 09:00:00     * Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo tecrîda girankirî ya li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiyên 4’ê Nîsanê û hevdîtîna CPT'yê nirxand û got: "Berxwedana ku li Îmraliyê tê kirin, dîrokê dinivîsîne." DÎMEN HEYE    * Jinên Îskenderunê diyar kirin ku rizgariya jinan di Partiya Çep a Kesk de ye û gotin wê dengên xwe nedin partiya dijminê jinê. DÎMEN HEYE   * Berdevka Jinan a Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Dîdem Goçer da zanîn ku di çarçoveya danezana hilbijartinê ya jinan de hedefa wan a ewil rawestandina tundiyê ye û got wê gotina jinan 14’ê Gulanê biguherîne û jin wê Partiya Çep a Kesk tercîh bikin. DÎMEN HEYE   * Peyaman Stenbolê ya di encama têkoşîna jinê de hat qezenckirin bi biryara Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hat feshkirin. Dadgeha bilind erê kir û jin jî di têkoşînê de bi biryar in. Ber bi hilbijartinan jin diyar dikin ku wê Peymana Stenbolê şûnde bînin.   * Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, anî ziman ku kevneşopiyek wan a 32 salan a siyasî heye, li dijî pergala AKP’ê û MHP’ê ew ê tora xwe ya rêxistinbûne firehtir bikin û bi hêza jinan vê pergalê biguherînin. DÎMEN HEYE   *Ji namzetên Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça, da zanîn ji bo avakirina siberojeke ronî ew ê wekî partî têkoşînê bikin û got:"Ez û bi hezaran hevalên wekî min ji bo em tarîtiya îktidarê bidin sekinandin em tên. Em ê li meclîsê gotina xwe bikin." DÎMEN HEYE   * CPT diyar kir ku rapaora der barê Îmraliyê de şandiye Tirkiyeyê û pêvajoya weşandina raporê ji biryara reydarên Tirkiyeyê re maye.   * Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), di çarçoveya Hilbijartinên Giştî ya 14’ê gulanê de xebatên ku tê meşandin de li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qoser a Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan dê veke. (20.30) BI DÎMEN    *  Namzetên Parlementerên Partiya Çep a Kesk yê Şirnexê li Hezexê werin pêşwazî kirin.(12.00) BI DÎMEN    * Li Şirnexê vekira bûroya hilbijartinê dê were kirin.(20.00) BI DÎMEN