Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-11 21:11:59   STENBOL - Partiya Çep a Kesk li li Taxa Katîp Kasim a li Fatîh a Stenbolê, buroya hilbijartinê vekir.   Partiya Çep a Kesk li Kuçeya Langa ya Taxa Katîp Kasim a navçeya Fatîhê ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu û Berdevkê Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Fatîhê Bahattîn Alparslan tev li vekirina buroyê bûn. Bi dehan kes tevî baran dibariya jî, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin.   Di vekirina buroyê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu axivî. Ferhat diyar kir ku Partiya Çep a Kesk wê bi awayekî herî xurt li parlamentoyê bê temsîlkirin û got: “Em ê bi awayek herî xurt nûneriya gelê xwe bikin ku em anîne vê rojê.”    Hevseroka Rêxistina Navçeya Fatîhê Seyrî Tepe jî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Seyrî diyar kir ku ew ê hem tecrîda li ser Îmraliyê hem jî li girtîgehên din bişkînin û got: "Wê jin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Wê gelê Kurd ê têkoşer tecrîdê bişkîne.“