Partiya Çep a Kesk namzetên xwe da nasandin 2023-04-11 15:25:18     ENQERE - Partiya Çep a Kesk danasîna namzetên parlementerên xwe yên hilbjartina 14’ê Gulanê kir.    Partiya Çepên Kesk danasîna nazmetên parlamenteriyê dike. Lansmana danasînê li Navenda Giştî ya Odeya Endezyarên Înşaetê tê lidarxistin. Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn.    Pankartên dirûşmeya hilbijartinê “Dîsa em” û “Dîsa jin, dîsa jiyan” li salonê hatin daliqandin.    Berî axaftina hevserokan Koma Repê Kejoo, Reqso û Roni Artin strana ji bo Partiya Çep a Kesk dan nasandin.    Piştî axaftinan parlamenterên serdema 27'emîn ji bo ser dikê hatin vexwendin û ji bo xebatên wan spasiya wan hat kirin. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên serdema 28'emîn hatin naskirin.    Bername bi peyama "Em li vir in, em ê bi ser bikevin" bi dawî bû.