Dayika Uveyş li Helebê bi semînerekê hat bibîranîn 2023-04-11 13:58:45   HELEB - Dayika Uveyş a dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di 11'ê Nîsana 1993'yan de di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da li Helebê bi semînerekê hat bibîranîn.    Dayika Uveyş a dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di 11'ê Nîsana 1993'yan de di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da li Helebê bi semînerekê hat bibîranîn. Ji bo salvegra mirina Dayika Uveyş îro ji aliyê Kongreya Star ve semînerek hat lidarxistin. Semîner li eywana yasîn a ku dikeve milê xerbîya taxê bi amedebûna endamên endamên sazî û partiyan û gelek jinan hat lidarxistin .   Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Sabîha Efrîn ve seminer hat dayîn.   Sabîha di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got:“Em dayika Uveyş bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wê ditewînin û pir girîng e ku em bi wateyeke pir kûr vê dayikê di dîroka kurdan de binirxînin, her wiha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de qala dayika xwe dike.”   Sabîha wiha axaftina xwe da berdewamkirin û got:“Di şexsê dayika Uveyş de em dikarin kesayet, têkoşîn, berxwedan û hebûna jinê bidin nirxandin, lewma dema em dayikê bigirin dest pêwîst e em dîrokê, siyaset û îdeolojiyê jî bigirin dest lê civakek bi desthildatdariya mêr wisa tu derfet nedaye jinê ku tê de xwedî vîn û azadîya xwe be. Dayika Uveyş yek ji hêza jinê dide nîşandan."