Li dijî kedxwariyê çareserî 'Rêya Sêyemîn e' 2023-04-11 09:05:29     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Endama MYK'a Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytkîn, bang kir ku li dijî kedxwarî û hepiskirina jinan divê jin bên gel hev û bi hev re bikguherin û got ku li dijî kedxwariyê çareserî "Rêya Sêemîn e."   Meclisa Jinan a Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Danezana Hilbijartinê ya Jinan di 5'ê Nîsanê de eşkere kir. Di di danezanê de li gel helwesta jinan a li dijî desteserkirina mafên wan, bêkarî û xizaniya jinan jî bi awayekî berfireh cih girt. Endama Meclısa  Partiya Çep a Kesk  Nevîn Aytekîn jî diyar kir ku divê jin li dijî kedxwarî û hepiskirina keda xwe ya di nava malê de di bin sîwana Pariya Çep a Kesk de bên gel hev.   'Dê keda jinan bê dîtin'   Nevînê anî ziman ku jinên alîgirên Partiya Çep a Kesk li dijî tifaqa mêr avakirina jiyaneke nû armanc dikin û got ku hedefa yekemîn a krîza piralî jin in. Nevînê diyar kir ku di krîzê de pêşî jin ji kar hatin avêtin û jin ji jiyana kar hatin dûrxistin û wiha berdewam kir: “Barê karê malê wekî xwedîkirina kal û pîran û zarokan ma li ser milên jinan. Ev keda jinan ji nedîtî ve tê. Jin ji kar hatin derxistin û neçar hiştin ku li malê bimînin. Ji bo ku ev keda jinê derkeve holê, em ê hewl bidin ku jin xwe ji bo keda wan bê dîtin bi rêxistin bikin."   Li her derê li dijî dijberiya jinan têkoşîn   Nevînê da zanîn ku weke di pêvajoya pandemiyê de jin piştî erdhejê zêdetir dixebitin û jinên mexdûrên erdhejê hem barê lênêrînê girtine ser milên xwe û hem jî ji bo debara xwe bikin kedê didin, Nevînê destnîşan kir ku divê ji jinan re muçeyê têrker bê dayîn ku jin xema debarê nekin. Lê Nevînê anî ziman ku berovajî vê yekê gelek mafên jinan hatine binpêkrin û ev tişt got, " Li ser nasnameya jinê tifaq tên çêkirin. Kuştina jinan zêde bûye, em ê hem peymanê ji nû ve bidin destpêkirin, hem jî ji bo pêşîgirtina li qanûnên ji nû ve bên tetbîqkirin, têbikoşin. Em dixwazin Wezareta Jinê ji ya ku van bibîne bê avakirin. Em dizanin ku tenê bi avakirina wezaretê pirsgirêkên jinan çareser nabin û em ê têkoşîna jinê li her derê her tim bidomînin.”   'Divê ji kedkarên demsalî û yên malê re mûçe bê dayîn'   Nevînê, anî ziman ku divê keda kedkarên demsalî jî wekî karên din bi ewle bibe û wiha got: “Hem ji malên xwe dûr in û hem jî heqdestê wan pir kêm e. Di navê de îstismarkirina zarokan jî di heman astê de ye. Jin hem li zeviyê hem jî li malê dixebitin. Bi taybetî kesên ku di zeviyên xwe de dixebitin bêtir  keda wan nayên dîtin.  Ji bo karê dike heqdest jê re nayê dayîn. Di vê wateyê de bi taybetî ji bo jinên ku li malê dixebitin mûçe bigirin em ê têbikoşin.”   'Em ê piştgiriyê bidin îstîhdama jinan'   Nevînê, anî ziman ku ji bo pêşî li bêkariya jinan bê girtin, divê ji bo keda wekhev ku tê dayîn mûçeyê wekhev bê dayîn, lê jin kêm mûçe distînin û got, " Dema ku krîzê  emperyalîzm û kapîtalîzmê tên jiyîn jî ku divê karkeran ji kar derxîn, pêşî jinan ji kar derdixin. Dema ku dabeşiya kar tê kirin jî karê jin û mêran ji hev tê veqtandin û bêhtir karê mutfaq, lênêrtina pîr û kalan û ya zarokan didin jinan.  Sedema vê jî ew e ku naxwazin jin di qada kar de bi pêş kevin. Di feraseta perwerdehiya keçan de astengî li pêşiya zarokên keç tê derxistin ku pêş nekevin. Çiqas ku jin di qada kar de pêşketî bin jî dîsa di serî de mêr tên tercîhkirin û ji bo keda wekhev mûçeyê wekhev nayê dayîn."   'Ger jin di 'Riya Sêyemîn' de bibin yek wê rizgar bibin'   Nevînê diyar kir ku jin li kargehên dixebitin mobîng li wan tê kirin û ji ber krîza aborî şîdeta li ser jinê zêde bûye. Nevînê wiha dirêjî da axaftin xwe,"Nêzîkatiya mêr a di nava civakê û qada kar de li heberî jinan wan bê nefes dikhêle. Ji bo ku jin xwe ji vê rizgar bikin jî divê bên gel hev û xwe birêxistin bikin û bi vê em dikarin xwe rizgar bikin. Aliyek di nava Riya sêyemîn heye. Divê em xwedî li pirsgirêkên xwe derkevin. "Pêwîste em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin,"    'Cîhanek ku rêzê ji hemû zindiyan re bigire'   Nevînê da zanîn ku êrîşên li dijî xwezayê û li dijî jinan jî berdewam dikin û got, “Hikûmet li pey rant û talanê ye. Yên ku herî zêde li dijî êrîşên li ser xwezayê têdikoşin jin in. Em dixwazin bi jinên ku axa xwe li dijî vê talana xwezayê diparêzin re çandiniya ekolojîk bikin û biguherînin. Ji bo ku jiyaneke bi xwe hilberînin û rêzê li jiyana hemû zindiyan bigirin  em bang li hemû jinan dikin ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de kom bibin."