Şêniyên Tirbespiyê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin 2023-04-10 15:04:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.   Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi hemû pêkhateyên wê; Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest.   Şêniyan posterên Abdullah Ocalan rakirin û ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest bi meşê kirin.   Meş li ber navenda Kongreya Star veguherî mîtîngê. Endama Kongreya Star a navçeyê Asya Cuma axivî û komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir.   Bi navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endamê însiyatîfê Hisên El Sada jî axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Iraqê şermezar kirin.   El Sada ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga hevgirtin û rabûna li hemberî siyasetên dewleta tirk li pêkhateyên herêmê kir.   Mîtîng bi dirûşmên ji bo banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû.