Êrişa li hemberî Silêmaniyê li Mexmûrê hat şermezarkirin 2023-04-10 13:25:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişa ji aliyê balefirên bê mirov ên li hemberî balefirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê pêk hatî ji hêla şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ve hat şermezarkirin.    Xwendevan û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa ku di 7’ê Nîsanê de ji aliyê balefirên bê mirov yên dewleta Tirk ve li ser balefirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê hatibû pêkanîn bi daxuyaniyekê şermezar kirin.   Bi beşdarbûna xwendevan û şêniyên wargehê daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn Mamoste Mistefa Ergen ve daxuyanî hat dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa ku di 7’ê Nîsanê de li balefirxaneya Silêmaniyê çêbûyî şermezar dikin. Dema em temaşe dikin li kîjan welat, bajar û parçe dibe bila bibe her tim pêşengên kurd, kesayetên ku ji bo standina mafên hemû mirovahiyê ked dane, bedel dane û canê xwe bexşkirine bûne hedefa êrişan.    Dîsa pêşengên Gelê Kurd yên li Rojava ku li gel berpirsên YNK’ê dema ji bo karekê kombibûn li wir êrişek himberî wan pêkhat. Rejîma faşîst AKP û MHP, her wiha xiyanetkarên kurd yên di nava kurdan de armancekî ya wan ew e ku kesayetên dengê kurdayetiyê bilind dikin, kesayetên ku li rûmeta mirovatiyê xwedî derdikevin bikin armanc. Em jî weke hemû xwendevan, mamoste û tevahî şêniyên wargehê bang li raya giştî dikin ku li erkê xwe yê mirovbûnê xwedî derbikevin.”