Xwebûn bi manşeta 'Rêya sêyemîn hêviya milyonan e' derket 2023-04-10 09:43:10   AMED - Rojnameya  Xwebûnê bi manşeta “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e” derket.    Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e” gihişt ber destê xwînerên xwe. Her wiha bi Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re jî li ser operasyonên ku di demên dawîn de li dijî HDP’ê hatin lidarxistin nûçeyek hatiye amadekirin.    Rojnameya Xwebûnê vê heftê bi manşeta “Rêya sêyemîn hêviya milyonan e” derket; manşet bi hevpeyvîna ku bi Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin re hatiye kirin re hatiye honandin. Bi Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç re li ser Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd re nûçeyek hatiye amadekirin.    Bi Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re li ser  operasyonên ku di demên dawîn de li dijî HDP’ê hatin lidarxistin nûçeyek hatiye amadekirin. Di rûpela çandê de  derbarê xebatên Komeleya Birca Belek de nûçeyek hatiye amdekirin. Di rûpela Jinê de jî derbarê danezana Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk de nûçeanalîzek hatiye nivîsandin. Di rûpela kirmanckî de jî der barê ol û desthilatê de nûçeanalîzek hatiye nivîsandin.