Li konan tundiya mêr: Edliye naxebitin 2023-04-10 09:38:19     Dîlan Babat   HATAY - Endama Piştevaniya Kirkyama ya Jinê Tulay Korkutan, diyar kir ku tundiya li nava malê li konan berdewam dike û ber ku li herêmên erdhejê edliye û qereqol baş naxebitin mêran tundiya li jinan dikin zêde kirine.   Di ser erdheja ku di 6'ê Sibatê de li navenda Mereşê pêk hat 2 meh zêdetir derbas bûn. Jinên ku li mal û kolanan ji şîdetê nehatin parastin, niha li konan li dijî şîdetê hewl didin ku bijîn. Di vê mijarê de hikûmeta AKP-MHP’ê heta niha gavek neavêtiye û lê qanûna 6284'an nîqaş dike. Di serî de navçeya Samandagê ya Hatayê li gelek deverên ku erdhej pêk hatî gelek jinên ku ji hejînê xwe veqediyayî niha bi şîdet û tehdîtan re rûbirûne. Çend biryara dûrxistinê hatin dayîn jî jin bi kuştinê tên tehdîtkirin. Li herêmên erdhejê qerekol û edliye naxebitin û ev tişt jî cesaretê dide mêran.    Endama Piştevaniya Kirkyama ya Jinê Tulay Korkutan, derbarê tundiya li hemberî jinan de ji ajansa me re axivî.    Tulay, destnîşan kir ku Kirkyama ji sala 2018'an vir ve li Hatayê xebatan dimeşîne û wiha got: "Ji 6 Sibatê vir ve bi hatina nûnerên saziyên jinan li herêmê dixebitin. Gelek sazî û rêxistinên jinan û femînîst ji bo xebatan xwe dighînin me. Niha jî gelek pêdiwiyên jinan hene. Alavên paqijiyê û ped pêdiwiyên sereke ne. Ji serê ewilî yên erdehejê alîkarî bi TIR'an dihatin. Lê niha piştevanî kêm bûye."   'Travmayên mezin dijîn'   Tulay, daxuyand ku helw didin ku pêdiwiyan bighînin jinan û wiha dirêjî da axafina xwe: "Li gelek deverên Hatayê hevdîtina jinan pêk tê. Di rewşên şer û karesatên xwazeyî de bêtir jin û zarok mexdûr dibin. Me vê tiştî di 6'ê sibatê de dît. Em çawa dikarin qadên bi ewlê ava bikin girîng e û zehmet e. Li qadên ku erdhej pêk hatî jiyan gelek zehmet e û di serî de jin travmayên mezin dijîn. Dema em bi jinan re dicivin tiştên ku rewşa wan a derûniyê rihet dike em dikin."   'Jin nikarin xwe biparêzin'   Tulay, destnîşan kir ku ji bo avakirina qadên bi ewle ji bo jin û zaroka xebatek taybet divê bê kirin û got: "Niha jî jin bi şîdeta mêr re rûbirû dimînin û di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest didin. Jinên ku bûn mexdûrên erdhejê hewl didin ku xwe bighînin saziyên jinan, lê ji ber ku şert û mercên wan ne baş in serî li me dixin. Herî dawiyê li Hatayê jina ku ji mêrê ku perê zewicandî veqetiya bû bi şîdetê re rû bi rû ma. Lê cihê wê jinê tuneye ku xwe biparêze û an jî parastina xwe bike. Ev jin serî li me da û piştre me biryara dûrxistinê girt. Piştî erdhejê bêtir şîdeta li hemberî jinê zêde bû.    'Şîdeta li hemberî jinan zêde bûye'   Tulay, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibînin ku şîdeta li hemberî jinê zêde bûye. Niha qanûna 6284'an tê nîqaşkirin û ev nîqaş hêzê dide mêran. Niha li herêmên erdhejê qereqol û edliye baş naxebitin. Ev tişt bandorê li jinan dike. Em hewl didin ku ji bo jinan cihên bi ewle avabikin. Li Hatayê dewlet ji bo gel û bi taybetî jî jibo jinan tiştekî nake. Ji bo jinan qadên bi ewle neafirandiye. Em wek saziyên jinan divê bicivîn û plansaziyek derbarê vê mijarê de derbixin."