Partiya Çep a Kesk li Wêranşarê buroya jinê vekir 2023-04-09 22:32:05   RIHA - Li navçeya Wêranşar a Rihayê di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de berdevka meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan axivî û diyar kir ku wê 14’ê Gulanê de biharê bînin ser vê axê.   Partiya Çep a Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, aktîvîstên TJA, însiyatîfa dayikên aştiyê û berdevka meclîsa jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan tevli bû.   Canan Çalagan di vekirin aburoyê de axaftinek kurt kir û diyar kir ku ew bi hev re dimeşin rojên xweş û got wê bi jinan re di 14’ê Gulanê de biharê bînin.    Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û da zanîn ku wê bi Partiya Çep a Kesk biçin hilbijartinan û got gelê Riha û Wêranşarê bedelên mezin dane û wiha vegot: “Lê tu car li dijî faşîzmê serî netewandin. Gelê Wêranşarê wê dest ji îrade ziman û nasnama xwe bernede.”