Li Îranê zarokekî di êrîşa çeka kîmyewî de jiyana xwe ji dest da 2023-04-09 21:33:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Tehran a Îranê di meha Adarê de li hember dibistanekê êrîça çeka kîmyewî pêk hat û zaroka bi navê Karo Pashabadî ya jehrî bibû li nexweşxana dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.     Li Texran a Îranê zaroka bi navê Karo Pashabadî di encama êrîça kîyewî ya li hember dibistanekê jehrî bibû û li nexweşxana dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Karo ku sê heftebû dihat dermankirin jiyana xwe ji destda û li gundê Pashavah ya bajarê Kamiyaran hat definkirin.   Li bajarê Seqizê jî  piştî êrîşên kîmyewî yên li hember dibistanênMeraj, Taleghani, Samiya, Meraj, Bint Al-Hadi Sadr, Esteghlal û Ismat Bakhsh Zarineh pêk hatin gel daketin kolanan. Heta niha di êrîşan de 50 xwendekarên keç hatin jehrîkirin û 20 heb li nexweşxaneyan niha tên dermankirin.