KATDER'ê Kongreya xwe ya ewil pêk anî 2023-04-09 15:02:32     RIHA - KATDER'ê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.  Ayşe Surucu ya HDP'yî di kongreyê de axivî û got, "Em gelek deyndarê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ne."   Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên xwe yên li Xaka Qedîm winda kirine (KATDER) 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Rihayê pêk anî. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Riha, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û nûerên saziyên sivîl tevli kongreyê bûn.   'Bi bedelên hatin dayîn cîahnê kurd nas kirin'   Di kongreya ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu diyar kir ku Riha di têkoşîna azadiyê de kedeke girîng daye. Ayşeyê got, “Çalakiyên ewil ên li dijî dagirkeran li vir pêk hatin. Pêşengên têkoşînê ji vir derketin. Ev der xaka pîroz e. Em bi sedsalan hatine înkarkirin. Tirkiye li ser înkara gelê Kurd ava bûye. Em bi sedsalan bi qirkirinan re rû bi rû mane. Hemû cîhan îro Kurdan nas dike, bi bedelên mezin. Niha Kurd gihiştine asta ku bibin xwedî nasname, ziman û statu. Kes nikare bêje 'Kurd tune ne'. Ev bi saya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bû. “Em gelek deyndarê wan in.   Êrîşên li ser cenazeyan   Piştre Hevserokê MEBYA-DER'ê Cengîz Çîçek axivî û diyar kir ku bi salan e li Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin. Cengîz got, “Gelek goristanên me hatin şewitandin. Çemê Elîka bi helîkopteran hat bombekirin. Goristana Sîsê ji ber bombeyan hilweşiya. Li hin cihan bang li malbatan hate kirin û xwestin ku goristanên xizm û zarokên wan bi destên wan bên xerakirin. Ev dijmirovî ye. Kurdan tu carî serî li ber van fen û fûtên qirêj netewand.”   Piştî axaftinan Fatma Akbaş û Ramazan Demîr ji bo hevserokatiya KATDER'ê hatin hilbijartin.