Leya Çîte: Me kampanya diyarî mexdûrên erdhejê kir 2023-04-09 09:04:47     Rojda Aydin    AMED - Kampanyaya “Tu jî darekê biçîne, jiyanê şîn bike” ya ku par hatibû destpêkirin îsal jî didome, derbarê mijarê de Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte, axivî û got: " Em îsal vê kampanyayê diyarî welatiyên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Ji bo jiyanek nû em ê daran biçînin."    Xwezaya Kurdistanê ji salên 80 û 90’î vir ve bê navber bi polîtîkayên cuda tê talankirin. Heta îro bi hezaran dar hatin şewitandin û birîn. Li dijî talankirina xwezayê xebat û bertekên saziyên ekolojiyê bê navber didome. Li hemberî talankirina xwezayê û polîtîkayên şer sala borî ji hêla Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve kampanyaya “Tu jî darekî biçîne, jiyanê şîn bike” hatibû destpêkirin. Îsal ji bo bîranîna welatiyên di erdhêja ku guherî felaketekî mezin de welatiyên jiyana xwe ji dest dane, ev kampanya îsal jî didome. Komeleya Ekolojiyê ya Amedê jî tevlî vê kampanyayê bû.   Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte têkildarî kampanyayê de axivî.   ‘Em çandina daran diyariyê zindiyan kir’   Leyla, bi bîr xist ku bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve li dijî polîtîkayên şer, talankirin û bêmirov hîştinê kampanyayên çandina daran dane dest pê kirin. Leyla, anî ziman ku pergala kapîtalîst û dewleta serwer bi polîtîkayên rantê, şer, talankirina xwezayê û sûcê qirkirina ekoyê ve cihê wan ê jiyanê hatiye xespkirin.    Leyla, destnîşan kir ku îsal di 6’ê Sibatê de erdhêjên ku navenda wê Mereşê pêk hat de di encama van pergalan de veguheriye tofanê û wiha pê de çû: “Ev kampanyaya me ya şînkirinê, li dijî polîtîkayên şer parastina jiyanê bikin e hat destpêkirin. Darên ku em ê îsal biçinin jî  me biryar da ku diyariyê welatiyên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane, bikin. Wek Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê daxuyaniyê hat parvekirin û hemû tevgerên ekolojiyê dawetê vê kampanyayê kir. Em jî wek Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ji vê dawetê re bersivek erênî da. Ji ber vê yekê darên ku em ê biçinin jî diyariyê zindiyên ku erdhêja Amedê û bajarên dinê de jiyana xwe ji dest dane bikin. Zindî ji bo me ne hejmar in. Me biryar da ku em van darên datînin diyarî zindiyan bikin.”   ‘Ji bo jiyanek nû em ê daran biçinin’   Leyla, bi lêv kir ku vê kampanyayê li her deverê jiyanê bi tevî zarok, saziyên civakî yên sivîl didin meşandin û wiha axivî: “Ji ber rewşên xwezayê carna çandina me ya daran tê taloqkirin. Lê gel jî şexsî tevlî vê kampanyayê dibin, li baxce û gundê xwe çandiniyê dikin. Em ê bi Platforma Ked û Demokrasiyê vê kampanyaya xwe çandina daran bidomînin. Di heman demê de hejmara zindiyên wek mirov û ajalên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan bi zelalî nayê parvekirin. Em dizanin ku ew hejmar 50 hezarî jî derbas kiriye. Ji ber vê yekê dewleta ku zindiyan wek hejmar dide, me nexwest em wisa bidin. Lewma me vê kampanyayê diyariyê wan kir. Çiqasî ji destên me bê em ê bi hezaran dar biçinin. Li dijî bêhêvîbûn û hişê serweriyê ji bo jiyanek ji nû ve şîn bikin çi ji destên me bê em ê bikin.”   ‘Jiyana ekolojîk weke paradîgmaya berfireh hatiye qebûlkirin’   Leyla, diyar kir ku piştî erdhêja ku hat jiyîn şûnde hemû kes berê xwe dan xwezayê û ji ber vê yekê jî ji bo nasîna bajar, welatiyan pirsa bajarekî nû çawa bê înşakirin ji xwe dipirsin girîngiya ekolojiyê zêdetir agahdar bûn. Leyla, wiha vegot: “Jiyana ekolojîk ji bo cihêrengiya hemû mirovan û hebûna jiyanê weke paradîgmaya herî berfireh hatiye qebûlkirin. Ji bo jiyanake nû, çandinî û şiyandinê ev yek di nava civakê û hemû qadan de cih girt. Me li herêmên erdhêjê dît ku li gundan hejmara nifûsê gelek zêde bûye. Lê belê ji aliyê dewlet û hişê serwer ve toxim û çandina kevneşopiyê hatiye ji bîrkirin. Gel carekedin bi van rêbazan dixwaze çandiniyê bike û bi serbilindiyek mezin û nirx bijîn. Hemû kes vê rê yê digere."   Ji 21'ê adarê heta îlonê...   Leyla, daxuyand ku Tevgerên Ekolojiyê di bin navê "Ji axê çêdibin" ve li herêmên erdhêjê bi cotkaran, kooperatîfan û gel re nava piştgiriyê de ne li qadan dixebitin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev xebat hîn berdewam dikin. Ji 21’ê adarê heta meha îlonê, ev 6 mehan di demên pale û çandiniyê de bi gel re ji bo jiyanek kolektîf çawa bê hûnandin û di pratîkê de çawa cih bigire ve xebat tên meşandin û ev yek ji bo me bibe wek ronahiyek. Em ê bi hemû rêxistinên jinan re jiyanê carekdin şîn bikin, jin her tim pêşengiya avakirina ekolojiya azad dikin."   Ji bo jinan dar datînin   Leyla di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinan: "Ji bo me çandina daran a ji hêla jinan ve tê kirin girîng e. Ne bi tenê di erdhêjê de di hemû qeyranên dewletê û hişê serweriyê de bedelên herî giran jin didin. Ji aliyek Mereş, Meletî, Semsûr û Hatayê jin şîna xwe digirin û ji aliyekî dinê ve jî jin li Îranê bi jehrê tên kuştin. Ev encama heman pergalê ye. Sûcên qirkirina ekoyê û sûcên nijadperestiyê li cihên ku hilweşandî dibe sedem ku jin bedelên herî giran bidin. Ji ber vê yekê ji bo jiyanê şîn bikin û welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane re bibin hêvî û bîranînek bi tevî jinan em dar diçinin.”   ‘Ji bo jiyana ekolojîk bibe hêvî’   Leyla, da zanîn ku armanca Komîsyona Şitil û Daristanê ya komeleyê ew e ku 10 hezar şitilan biçinin bûye û got hêdî hêdî gihiştine vê hejmarê. Leyla, wiha domkir: “Ev şitilên ku hatine çandin ji bo hem çandiniyê bê bikaranîn û hem jî ji bo alîkariyê ji cotkaran re bê belavkirin. Ji xwe çandina me ya şitilan berdewam dike. Di vê pêvajoyê de em hemû travmayên gelek mezin jiyan. Ji ber ku li vê erdnîgariyê em gelek êş dijîn carna hêstên xwe ferq nakin. Bi taybetî zarok û jin gelek birîndar dibin. Êşa hemû malbatan êşa me ye û em bang li wan malbatên xwe dikin ku bi çandina darekî ve hem canên xwe bi bîr bînin û hem jî li ser navê wan jiyanê bidin jiyandin. Ji ber ku ev dar dema mezin bûn dê bi sedan ajal, xwezayê û mirovan biparêze. Ev dar dê sed salî jî bijî. Her wiha ev ji bo jiyana ekolojîk bibe hêvî jî.”