ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-09 09:00:00     * Kampanyaya “Tu jî darekî biçîne, jiyanê şîn bike” ya ku par hatibû destpêkirin îsal jî didome, derbarê mijarê de Endama Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Leyla Çîte, axivî û got: "Îsal vê kampanyayê diyarî welatiyên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Ji bo jiyanek nû em ê dar biçînin." BI DÎMEN    * Jinên Botanê destnîşan kirin ku di hilbijartinê de Partiya Çep a Kesk dê 100 parlamer derxe û got: "Em ê di hilbijartinê de xwedî li rayên xwe derbikevin, em ê dawî li vî zilmê bînin û em ê bi ser kevin." BI DÎMEN    *Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş diyar kir ku gel bi xwedîderketina li partiyê  peyama ‘em ne bê çareseserî ne’ daye desthilatdariyê û wiha vegot: “Yên vê desthilatdariyê bişînin jin in. Serkeftin wê ya jinan be. Em di vê hilbijartinê de bi biryar in ku desthilatdariyê bişînin ser ‘sergoyê dîrokê’.”  BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku du sal e agahî jê nayê girtin bê rakirin û gotin: “Heta ku em hebin em ê ligel serokatiya xwe bin. DÎMEN HEYE