Meral Uçar ya winda hat dîtin 2023-04-08 21:07:20   DÊRSÎM- Xebatkara Şaredariya Dêrsîmê Meral Uçar ku ji duh de agahî jê nedihat girtin hat dîtin.   Li Dêsîmê xebatkara Şaredariya Dêrsîmê Meral Uçar ku ji duh de agahî jê nedihat girtin hat dîtin. Malbata Meralê serî li polîs dabûn.    Hat îdia kirin ku hevalê wê yê berê B.Ç, Meral revandiye û bi mirinê tehdîd kiriye. Meral du saetên êvarê de li nêzî Xozatê hat dîtin. Hevalê wê yê berê B.Ç jî li nêzî Xozatê hat binçavkirin.