Li Agiriyê sê buroyên hilbijartinê hatin vekirin 2023-04-08 18:40:18   AGIRÎ- Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca di vekirina buroya hilbijaratinê ya Partiya Çep a Kesk axivî û diyar kir ku desthilatdarî li ser Kurdan polîtîka dijminahiyê dimeşîne û balkişand ser polîtîkayên tecrîdê.   Partiya Çep a Kesk du buro li navendê û yek jî li Panosê vekir. Welatiyan saetên zû yên sibehê de çûn ber buroyê û govend gerandin. Bguroyek li Kolana Eskî Wan hat vekirin. Ya din jî li Kolana Kutuphane hat vekirn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî tevli vekirinê bû.   Feleknasê di vekirinê de axaftinek kir û balkişand ser girîngiya hilbijartinan. Feleknasê zanîn k udi pêvajoyek girîng de debas dibin û divê ev hilbijartin wek referandum bê dîtin. Feleknasê wiha vegot: “Desthilatdariya faşîst li hember Kurdan polîtîka dijminahiyê dimeşîne. Dixwaze partiya Kurdan birin û dengê Kurdan qut bikin.”   ‘Kurd ne bêçarserîne’   Feleknasê bi lêv kir ku desthilatdarî li her qadê êrîşê Kurdan dike û got: “Kurd tu car ne bêçareserîne. Her tim çareserî dîtine. Niha wek alternatîf partiya çep a Kesk heye. Em ê bi Partiya Çep a Kesk biçin hilbijartinan.”    Feleknas Uca di her du vekirinên buroyan da axivî û di axafatinên xwe de balkişand ser tecrîdê û got tecrîd li her derê welat belav bûye.    Panos   Li Panosê jî buro hat vekirin û Feleknas û kesên ligel wê di têketina navçeyê de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin. Feleknasê bi jinan re buro vekir û bi dirûşme û çepikan ji navçeyê veqetiya.