Partiya Çep a Kesk belavok belav kir 2023-04-08 15:50:28     STENBOL - Partiya Çep a Kesk li Meydana Sultanbeyli bi tevlîbûna gelek kesî, bi dirûşman belavok belav kir.   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk dewam dikin. Bernamzetên Partiya Çep a Kesk  li Meydana Kent a Sultanbeyliya Stenbolê stant ava kir û belavok belav kir. TJA, HDP, DBP û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.    Eleqeya gel a mezin   Di dema belavkirina belavokan de welatiyan piştgiriyeke mezin dan. Her tim dirûşam "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.    Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Birol, di dema belavkirina belavokan de bal kişand ser pirsgirêka kurd û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.    Ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya jinê bang hat kirin   Dema belavok hatin belavkirin banga tevlîbûna vekirina buroya hilbijartinê ya jinê hat kirin.