'Em ê sindoqan bi rengê kesk boyax bikin' 2023-04-08 15:40:01     RIHA - Partiya Çep a Kesk a xebatên xwe yên hilbijartinê dewam dike li Xelfetiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buroya îrtibatê ya hilbijartinê vekir.    Partiya Çep a Kesk li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê buroya îrtibatê ya hilbijartinê vekir. Aktivîstên TJA'yê, HDP, DBP û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.    Welatiyên li ber buroya îrtibatê ya hilbijartinê kom bûn li ber def û zirnê govend gerandin. Hevserokê HDP'ê yê Xelfetiyê Mehmet Yildirim, bi bîr xist ku çawa di 3'yê Nîsanê de vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hatiye astengkirin û got em ê sindoqan bi rengê kesk boyax bikin.   Piştî daxuyaniyê buroya îrtibatê ya hilbijartinê hat vekirin. Di gerandina govendê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.