Li Amedê buroya hilbijartinê ya jinan a bi heybet hat vekirin 2023-04-08 08:42:59     AMED - Rêxistina Partiya Çep a Kesk, li taxa Şehîtlîkê buroya hilbijartinê ya jinan a bi heybet vekir.   Rêxistina Partiya Çep a Kesk, li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi tevlîbûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)Aynur Sarici, hevserokên HDP’ê yên Amedê û gelek kes ve buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Tax bi alên Partiya Çep a Kesk ve hat xemilandin. Bi sedan jin bi cilên xwe yên herêmî tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya axaftinan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   ‘Di 14’ê Gulanê de em ê bersivê bidin’   Di destpêkê de Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica axivî. Aynur, anî ziman ku îktîdara AKP’ê 21 sal in polîtîkayên xwe yên qirêj taybetî li ser jin û Gelê Kurd dimeşîne û got wek jinên Kurd li dijî van polîtîkayan serî rakirine û li dijî polîtîkayên qirêj têdikoşin. Aynur, wiha axivî: “Dixwazin partiya me bigirin. Dosyeyên qirêj ên ku hatine vekirin li dijî têkoşîna kurdan hatiye vekirin. Lê em ê di 14’ê Gulanê de bersiva xwe bidin. Îro li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ku didome destpêkê li ser Birêz Ocalan dest pê kir û niha li ser  hemû girtîgehan tê meşandin. Em wek kurd û jinên têkoşer li her derê têkoşîna xwe mezin bikin.”   'Wê di 14’ê Gulanê de serkeftin a jinan be'   Piştre Remziye Tosun a HDP’yî axivî. Remziye, destnîşan kir ku her ku roj diçe li Îmraliyê û girtîgehan tecrît her ku diçe giran dibe û wiha domand: “Dixwazin li Kurdistanê kaosê ava bikin. Lê ligel hemû êrîş û zextan Gelê Kurd tu carî serî netewand û li berxwe da. Bila vê gelek bizanibin ku em jin hêza xwe ji Sakîne, Sêvê û Evînan digirin. Jin tu carî gav paşve navêje. Li her derê têkoşîna xwe didomînin. Wekî ku Birêz Ocalan gotiye ‘heta jin azad nebe civak jî azad nabe.’ Em ê jî bi vê felsefeyê li her qadê û kolanan xebatên xwe bidomînin. Bila vê zanibin ku em ê di 14’ê Gulanê de bimînin, ew ê biçin. Di 14’ê Gulanê de serkeftin dê ya jinan be.”   Piştî axaftinan bi tililî û dirûşman buroya jinê hat vekirin. Bername bi govend û dirûşman bi dawî bû.