'Em ê bi daxwaza aştiyê li dijî polîtîkayên nîjadperest bisekinin' 2023-04-07 16:50:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de bertek nîşanî êrişên nijadperest ên li dijî kurdan hatin dayîn.  Di nobedê te hat gotin:"Em ê bi daxwaza aştiyê li dijî polîtîkayên nîjadperest bisekinin."   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di her roja înê ya serê mehê de çalakiya Nobeda Aştiyê li dar dixe. Nobeda Aştiyê Îro jî li gelek navendan hat lidarxistin.    Çalakiya Nobeda Aştiyê ya li Enqereyê li Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û bal kişand ser şert û mercên pêkhatina aştiyê û bang kir ku hilbijartinek demokratîk û adilane pêk were.    Amed   Şaxa ÎHD’ê ya Amedê jî li avahiya xwe Nobeda Edaletiyê li dar xist. Rêveber û endamên ÎHD'ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn. Rêveber û endamên ÎHD’ê di çalakiya îro de bal kişandin ser êrişên nijadperest ên li dijî kurdan. Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven daxuyanî da û anî ziman ku ew ê li dijî neçareserkirina meseleya kurd û êrişên nijdaperest û polîtîkayên cihêkar ên li dijî kurdan li ber xwe bidin û bisekinin.Yakûp bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê û got ew di serdemek ku nirxên demokratîk tune tên hesibandin de derbas dibin û bi her cure binpêkirina mafan û êrişên cihêkar re rûbirû ne.