‘Em ê destûrê nedin ku qirkirina ekolojîk û civakî pêk were’ 2023-04-07 15:51:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona Edaleta Avhewayê diyar kir ku li herêma erdhejê texrîbata xwezayê didome û got “Em ê destûrê nedin ku qirkirina ekolojîk û civakî pêk were.”   Ji ber ku li herêmên erdhejê kavil li çavkaniyên avê û qadên jiyanê tê rûkirin, Koalîsyona Edaleta Avhewayê li pêşiya Midûriyeta Bajêr a Derdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê ya Walîtiya Stenbolê daxuyanî da.   Îlksen Dînçer Baş diyar kir sedema karêsatê ev e ku avahî zexm nehatine çêkirin û got “Piştî erdhejê li Semsûr û Rihayê lehî çêbû. Pê re jî dema kavil hatine rakirin toza asbestê jî di nav de tozên jehrî li qadan belav bûne. Kavilên erdhejê tên rakirin û li qadên çandiniyê, baxçe, kêleka re û qadên jiyanê tên rûkirin. Ev tişt li ser tendirustiya gel û qadên mîrateya xwezayî gefeke mezin e. Bi vê re ava sererd û binerd, ax û xwarin jehrî dibin.”   Beyda Ceylan jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku qirkirina ekolojîk û civakî pêk were.   Sabîha Guçlu diyar kir hemû berpirs bêyî ku berdêlê bidin sûcê xwe didomînin.   Şahînder Bayram jî got “Em ji qirkirina ekolojîk a li Mamurek, Samandag, Deştîn û Akkûyûyê dibêjin êdî bes e.”