Îdianameya aktîvîstên TJA’yê şandin Amedê 2023-04-06 20:14:34   NAVENDA NÛÇEYAN- Îdianameya der barê 23 jinên ku aktîvîstên TJA’yê bûn de hatibûn amadekirin bi biryara ‘qelsiyê’ şandin Amedê.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê aktîvîstên Tevgera Jinên  Azad (TJA) bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêveberiya rêxistinê’ lêpirsîn vekiribû û di çarçoveya lêpirsînê de der barê 23 jinan de îdianameya hatibû amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin.    25’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê ku îdianame nirxand, biryara ku qelsî  di dosyayê de heye, dosya şand Amedê.