Partiya Çep a Kesk li Enqereyê dest bi xebatên hilbijartinê kir 2023-04-06 20:13:18   ENQERE- Partiya Çep a Kesk li Enqereyê dest bi xebatên hilbijartinê kir û belavokên hilbijartinê li gel belav kir.   Ji bo hilbijartinên giştî û serokomariyê yên di 14’ê Gulanê de pêk tên Partiya Çep a Kesk li gelek navend û navçeyan xebatên hilbijartinê didomîne. Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqreyê li bernavenda Dan û Standinê ya Kizilay û Kugulupark belavok li gel belav kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pakîze Sînemîllîoglu jî di xebatan de cih girt.