Dê HDP parastinê neke 2023-04-06 16:32:37     Melek Avcî    NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê daxwazname da AYM'ê got ku ew ê di 11'ê Nîsanê de parstinê neke.   Di çarçoveya doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatibû vekirin de, biryar hatibû dayîn ku wê di 11'ê Nîsanê de HDP parastina devkî bikE. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, piştî ku serlêdana wan a ji bo doz bimîne piştî hilbijartinê hat redkirin, daxwaznameyek da AYM' ê û got ku dê  di 11'ê Nîsanê de partinê neke.    Herwiha Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku heta piştî hilbijartinê nehiştina dozê tê wateya destwerdana hilbijartinên azad û adil. Komîsyonê ji bo dê parastinê neke daxwazname da AYM’ê.