Li Edene û Nisêbînê xebatên hilbijartinê destpê kir 2023-04-06 16:17:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Starta xebatên hilbijartinê li Edeneyê destpê kir. Li Nisêbînê jî buroya hilbijartinê bi coşek mezin hat vekirin.   Li Edene û Nisebînê Partiya Çep a Kesk, starta xebatên hilbijartinê da.    Edene    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bajarê Edeneyê li Parka Înonû bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Rêveberên Partiya Çep a Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê beşdaran li ber stranan govend gerandin û dest bi xebata hilbijartinê kirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Sabahat Mutluay daxuyanî da û diyar kir ku dê dengê wan weke partî li her derê olan bide û wan gel bêçare nehiştiye û dê partiya wan dîrokê binivisîne. Mutluay got dê Partiya Çep a Kesk bibe bihara Tirkiyeyê û bi 100 parlamenteran biçin Meclisê.    Piştî daxuyaniyê girseyê li navenda bajêr belavokên hilbijartinê belav kirin.    Mêrdîn   Li Nisêbîna Mêrdînê, Partiya Çep a Kesk buroya hilbijartinê vekir. Buro li taxa Devrîmê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ve hat vekirin.    Piştî axaftinan buro hat vekirin û stran hatin gotin û govend gerandin.