Piştî mehekê alîkarî gihaşt taxa Şêxmeqsûdê 2023-04-06 09:24:51   HELEB - Alîkariya ku ji Silêmaniyê ji bo Taxa Şêxmeqsûdê hatibû amadekirin ji ber ambargoyê mehek şûnde gihaşt ber destên şêniyên taxê.    Ambargoya Şamê ya li ser Taxa Şexmeqsûdê ya Helebê dewam dike. Tevî bûyer û karesata erdheja ku navenda wê Mereş bû dîsa jî ev ambargo dewam dike. Di dema erdhejê de jî gelek alîkarî ji bo malbatên ku di encama erdhejê de zirar bi wan bûn ji aliyê rêxistinên mirovî ji bo welatiyên taxê hatin lê ji ber ambargoyê ev alîkarî nehatin derbaskirin.   Do ji aliyê Rêxistina Nîştîmanî Kurdistan û xelkê Silêmaniyê ji bo welatiyên taxa Şêxmeqsûdê alîkarî hatin şandin. Ev alîkarî ji xwarin, cilûberg û betaniyan pêk tê lê belê ev alîkarî piştî mehekê derbas taxê bû ji ber ku Hikumeta Şamê qedexe kiribû ku ew alîkarî derbasî taxê bibe.