ROJEVA 06'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-06 09:00:00     * Cotkar Goknur diyar kir li dijî krîza xurek û avê ya îhtîmal heye li cîhanê rû bide çavkaniyên ava şîrîn ji qadên gîha re dikin qurban. Goknurê bo kampanya dane destpêkirin jî banga piştgiriyê kir. BI DÎMEN    *Akademîsyen Ozlem Yenîay ku li Zanîngeha Potsdam li ser paradîgmayên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan semîr dan, diyar kir ku paradîgmayên Abdullah Ocalan îro ji aliyê xwendekaran ve wek mijara tezê li ser dixebitin û got:  “Pergal û modelên alternatîf ên li dijî kapîtalîzmê ji bo welatên sêyem ên cîhanê ji lêgerînê derket. Serokatiyê bi guherîna paradîgmayê em 100 sal pêşde birin.”   *Li gorî daneyên meha adarê yên ajansa me  22 jin hatine qetilkirin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di meha Adarê de dîsa zarok bûn hedefa mêran. ÇETELEYA TUNDIYÊ    *Li navçeya Samandag a Hatayê kavilên xaniyên hilweşiyane li taxa Yeşîlkoy a  têketina navçeyê û Qada Mîheyla Kuş hatin valakirin. Jinan bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku ji ber jiyana xwe parastine lêdan xwarine û gotin gelo jiyana mirovan evqas erzane? BI DÎMEN