Li Bazidê buroya hilbijartinê hat vekirin 2023-04-05 21:10:11   AGIRÎ- Buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bi coşek mezin hat vekirin.   Li Bazid a Agiriyê buroya hilbijartinê ya jinan û buroya giştî ya hilbijartinê  ya Partiya Çep a Kesk ya li kolana Îsmaîl Beçîkçî ya taxa Çîftepinarê bi coşek mezin hat vekirin.   Di vekirina buroyê de hevberdevkê Partiya Çep a Agiriyê Cemîl Koç û rêveberê HDP’a Agiriyê Suat Yîgît axivîn.    Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê buo vekirin.