Nasnameya 34 zarokên erdhejzede tespît nebû 2023-04-05 20:00:56   NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku nasameya 34 zarokên ji bin kavilên erdhêjê hatine derxistin hîna nehatiye tespîtkirin.   Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî diyar kir ku di erdhêjên navenda wê Mereş bû de hezar û 915 zarokên ku malbatên wan tuneye hatine tespîtkirin. Her wiha wezaretê daxuyakirin ku 34 zarokên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin hene.    Wezaretê li ser twîtterê wiha vegot: “Di encama kontrol û piştrastkirina nasnameyê de 1776 zarok teslîmê malbatan hatin kirin. 53 zarok hîna li nexweşxaneyan tên dermanikrin û ji aliyê me ve tê şopandin. 79 zarok dermankirina wan temam bû û li saziyên wezaretê bicih bûne. Nasnameya 34 zarokî jî hîna nehatiye tespîtkirin. 7 zarok dema dermankirina li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dane.  Di encama xebatên hatine kirin de 472 zarokî jî wefat kiriye.”