Serokê AKP’î yê destdirêjî li jinekê kir hat girtin 2023-04-05 18:16:34   Zelal Tunç   BEDLÎS- Serokê AKP’a Norşînê Fevzî Subaşi ji sûcê îstîsmara zayendî ya li hember jinekê hat girtin. Piştî bûyer hat bihistin gumanbar diyar kir ku ji peywirê îstîfa kiriye û rojek şûnde ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ hat girtin.    Serokê AKP’a Norşîna Bedlîsê Fevzî Subaşi destdirêjî li jina ku ji bo alîkariyê çibû avahiya AKP’ê kiribû. Welatiyên dengê jinê bihistin ketin avahiyê û jin xilas kirin. Gumabnar piştre bi telefonê li jinê geriya û tehdîd kir ku gilî neke.    Jinê hevdîtin xist bin qeydê û serî li CÎMER’ê da û gilî kir. Piştî vê gumanbar di 24’ê Adarê de ji peywirê îstîfa kir û di 25’ê Adarê de jî ji aliyê serdozgeriya komarê ya Bedlîsê ve ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ hat girtin.