Di doza cerdevanan de biryar hat dayîn 2023-04-05 18:08:30   ŞIRNEX – Danişîna biryara doza ku li bajaroka Dêrahênê 2 cerdevanî destdirêjî li S.A. kiribû û dêmariya wê fuhuş lê ferz kiribû, hat dîtin.    Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê, parêzvanê Şaredarê AKP’ê yê bajaroka Dêrahênê Cemîl Yildiz,cerdevan Cengîz Aydemîr û cerdevan Samî Yildiz  bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaroka 17 salî ya bi navê S.A. ku bi damariya xwe re dijiya kiribûn. Danîşîna biryarê ya dozê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin   Di runiştinê de Cengîz Aydemîr, Samî Yildiz û Berîvan Aydemîr ku li girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T girtî ne amade bûn. Danîşîn bi parastinên bersûcan a li hemberê mutalayê destpê kir. Gumanbaran, parastinên xwe yên danişînên berê dubare kirin. Sûcên der barê xwe de qebûl nekirin û xewstin bên tahliyekirin.   Heyeta dadgehê piştî navberekê biryara xwe aşkere kir. Der barê Cengîz Aydemîr de ji sûcên êrîşa zayendî 13 sal û 4 meh, ji bêparhiştina ji azadiya kes 5 sal ceza hat birîn. Der barê Berîvan Aydemîr de jî ji sûcên zîncîra di îstîsmara zayendî ya zarokan de 25 sal, ji bêparhiştina ji azadiya kes de 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza hat birîn. Derheqê Samî Yildiz de sûcê ji êrîşa zayendî 25 sal, ji bêparhiştina azadiya jiyana kes de 9 sal û 4 meh hat birîn.    Her wiha der barê Metehan Bayram jî bi sûcê êrîşa zayendî 2 sal û 6 meh hat birîn. Derheqê jinapa S.A yê Z.Y. jî ji sûcê alîkariya destdirêjiyê kiriye 3 sal, ji sûcê bêparhiştina azadiya jiyana kes de salekê û 6 meh ceza hat birîn.    Cezayên ku hatin dayîn ji îstîsnafê re hate şandin.