Banga ji bo civaka navneteweyî: Divê tecrîd bibe rojeva her kesî 2023-04-05 09:07:28     Marta Somek   STENBOL - Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî \ Navenda Demokrastî û Lêkokolînê Mîchale Arrîcale diyar kir ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe rojeva her kesî û bang kir ku divê hemû civaka navneteweyî ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin ji 25’ê Adara 2021’ê de agahî jê nayê girtin.  Tevî hemû serlêdanan bi awayekî kêfî hevdîtin tên qedexekirin. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk bê ji her derê cîhanê parêzeran ji wezareta dadê re name şandin û serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û wezareta dadê dan.   Ji bo azadiya fîzîkî hewl dan   Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî \ Navenda Demokrastî û Lêkokolînê Mîchale Arrîcale ku wê jî îmze avêt nameya ku li dijî tecrîdê ji 22 welatan 350 parêzerî di 14’ê îlona 2022’yan de şandin Wezeta Dadê, yek ji hiqûqnasên ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê hewld dide ye. Mîchale tevli serdana Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku di 25-27’ê Çile de li Amed, Stenbol û Enqereyê serdan pêk anî de jî cih girt.     Mîchela ku wê jî ligel heyetê di serdanan de cih girt der barê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de û tiştên divê civaka navneteweyî bike axivî.   ‘Divê tecrîd bibe rojeva her kesî’   Mîchela da zanîn ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê bikeve rojeva her kesî û wiha dirêjî daye: “Bibîrxistina rojbûna Ocalan ji bo bal bikişe ser tecrîdê û îzolasyonê girîng e. Di vê pêvajoyê de ev pir girîng e. Ji ber du sal in tu agahî jê nayê girtin û ji ber rewşa wî fikar hene. Ev du sal in mekanîzmayên navneteweyî jî ker û lal in. Dewleta tirk û CPT ya ku tu agahiyê nadin di vê mijarê de agahdar in. Ji ber vê divê tecrîd bibe rojeva her kesî.”   ‘Civaka navneteweyî divê bêdeng nemîne’   Mîchela bi lêv kir ku civaka navneteweyî divê bêdeng nemîne û wiha dirêjî dayê: “Divê civaka navneteweyî daxwaz bikin ku dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn. Divê di mijara mafan de pergal bê rastkirin. Ocalan girtiyekî siyasî ye. Divê civaka navneteweyî li vê haydar be û PKK’ê ji lîsta 'terorê' derxe û pêvajoya depolîtîzasyon (ji siyasetê dûr) bide destpêkirin. Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne.”   ‘Erdogan ji Ocalan ditirse’   Mîchela daxuyakirin ku serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji Abdullah Ocalan ditirse û wiha dawî lê anî: “Niha li Îmraliyê çar girtî hene û du sal in agahî ji wan nayê girtin. Parêzer jî di mijara demokrasiye de mexdûr bûn. Gelek parêzvanên Ocalan hatin girtin. Daxwazkirina azadiya Ocalan, daxwazkirina şikandina tecrîdê jî bû sûc. Ez bang li civaka navneteweyî dikim. Ji bo hiqûq pêk bê divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.”