ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-05 09:00:00     *Hevseroka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî \ Navenda Demokrastî û Lêkokolînê Mîchale Arrîcale diyar kir ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe rojeva her kesî û bang kir ku divê hemû civaka navneteweyî ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê.   *Zanista siyasete û aktîvîsta ekolojiye Ecehan Balta diyar kir ku ji berê de av wek çeka çek a stretejîk hatiye bikaranîn û got av ji ber çavkaniya jiyanêye, bloqekirin dibe sedema şer û pevçûnan.    Jinan bertek nîşanê ku desthilatdariyê qanûna 6284 kir mijara bazarê û bi partiya Yenîden Refah re tifaq ava kir, da û diyar kirin ku wê ev hilbijartin bibe hilbijartina jinê, wê dawî li vê rejîmê bînin û welatî nû ava bikin. BI DÎMEN    *Gelê Wanê diyar kir ku di 14’ê Gulanê de jin amadene ku dîrokê biguherin û bi Partiya Çep a Kesk talibê  8 parlamenterîne. Hevsreoka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay diyar kir ku ew tax bi tax dixebitin û gotin ew hene. BI DÎMEN    * Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nuray Turkmen der barê tundiya li hember zarokan axivî û wiha got: “Kevneşopiya sedsalî di heman demê de bi polîtîkayên dijminahiya zarokan hebûna xwe jiyana civakî de didomîne.” BI DÎMEN    *Hevseroka MSD'ê Îlhan Ehmed a ku êrişên Tirkiyeyê û hilbijartina nêz dibe nirxand wiha got:"Hekes vê yekê dizane ku Tirkiye çekên digire tenê li dijî kurdan bi kar tîne. Guhertineke di hilbijartinê de dikare bibe sedem ku aştiyeke mayinde pêk were û Tirkiye ji axa welatên cîran vekişe."   *Jinên ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Amarayê ve meşiyan, anîn ziman ku 4’ê Nîsanê ji bo Gelê Kurd rojek girîng û vejînê ye, xwestin demildest Abdullah Ocalan bê berdan.   BI DÎMEN