Partiya Çep a Kesk li Esenyurtê buroya hilbijartinê vekir 2023-04-04 20:38:37   STENBOL - Partiya Çep a Kesk, li navçeya Esenyurt a Stenbolê buroya hilbijartinê vekir.    Partiya Çep a Kesk li Taxa Kiraçê ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê û gelek welatî tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn. Di dema vekirina buruyoê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Hevserokê navçeya Enseyûrtê Ercan Saglam ku di merasîma vekirinê de axivî, got: "Ji wan tirê dê bi girtina partiya me, kurdan bêçare bihêlin. Berê jî partiyên me hatin girtin. Lê em heya azadiyê bi dest nexin em ê dest ji bê têkoşînê bernedin. Em ê mal bi mal bigerin û gel vexwînin ser sindoqan û em ê vê faşîzmê birûxînin."    Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu axivî û got: "Ji me re dibêjin em ê HDP'ê bigirin, lê em jî ji wan re dibêjin ku 'HDP, gel e, HDP partiya têkoşînê, partiya windayan e. Lewma hûn nikarin HDP'ê bigirin. Em ê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê hilweşînin û polîtîkayên wê yên qirêj di sindoqan de binax bikin.”   Piştî axaftina buro bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi tilîlî û govendgerandinê hat vekirin.