Li Hatayê ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin çandin 2023-04-04 19:46:07   HATAY- HDP, DBP û TJA’yê bi wesîleya 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan li gelek nokteyên Hatayê dar çandin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gelek nokteyên Hatayê darên zeytûnan belavkirin. Piştî belavkirinê li taxê Esenbulak û Guzelyayla bi malbatan re dar hatin çandin.