Li Îzmîrê çalakiya 4'ê Nîsanê 2023-04-04 15:53:03     ÎZMÎR -  Bi wesîleya 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wanê û Îzmîrê çalakiyên cuda hatin li darxistin û 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin.   Komeleya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER), Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER), HDP, DBP, TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî rojbûna Ocalan çalakiya hevpar li dar xistin. Deqîqeyek rêzgirtinê hat kirin û sînevîzyona ku jiyana Abdullah Ocalan vedigot hat nîşandan.    Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelê kurd e û got: "Çiqas dewlet li dijî wî derketin jî wan nikarîbû bixista ber çokan. Ji bo aştiyê, ji bo azadiya wî, ciwanên me, gelê me xwe feda kirin. Ji ber ku ji wî ditirsin deriyên Îmraliyê venakin. Şaxê darê ku dirêjî odeya wî dibe bi hinceta keskayî dide, birîn. Kurê min jî li Îmraliyê bû, li kêleka wî bû. Dema diçûm cem wî li 7 cihan li ser me lêgerîn dihat kirin. Tu hurmeta wan tunebû, tu nirxên mirovahiyê li ba wan nebû. Em vê zilmê şermezar dikin."   Dayikên Aştiyê paste birîn û şahî bi dawî bû.