Meclîsa Jinê ya PYD'ê ji bo 4'ê Nîsanê li Silêmaniyê şitil çand 2023-04-04 14:54:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil çandin.   Meclîsa Jinan a PYD’ê ya Silêmaniyê li gel beşek ji koçberên Rojavayê Kurdistanê bi munasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan şitil çandin.   Endamên Meclîsa Jin û endamên PYD’ê bi çandina şitlan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin û azadiya wî xwestin.   Îro 74'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan e. Kurd li her devereke cîhanê vê rojê weke rojek jîngehî pêşwazî û pîroz dikin. Îro li Qeladizê, Germiyan, Silêmanî, Qendîl û gelek gund û bajarên Başûrê Kurdistanê şitil tên çandin.