Li Kobanê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin 2023-04-04 14:53:24     KOBANÊ - Li gûnde Elpelûreyê yê girêdayî bajarê Kobanê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê hate pîrozkirin.    4 Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tevlûbûna şênî, sazî û dêzgehên kantona Kobanê li gundê Elpelûreyê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Gunde Elpelûreyê gundê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1979’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û lê dimînê ye. Ji wê rojê şûndê gundê Elpelûreyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û xelkê Kobanê cihêkî xwe yê cuda digire.    Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê û axaftina Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zozan Bekir dest pê kir.    Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê di destpêka axaftina xwe de 4'ê Nîsanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û axaftina xwe wiha domand:"Em weke jin rojbûna rêhevalê jin Rêber Apo pîroz dikin. Ev 25 sal in Rêber Apo ji bo doza jin û ji bo hemû gelên bindest têkoşîn û berxwedanek bêhempa dide. Hezên komploger xwestin di şexsê Rêber Apo de doza jinan tune bikin, têkoşîna azadiya gelan parçe bikin û projeya netewa demokratîk ji holê rakin. Lê weke jin û gel em dibêjin ku em bi komployan tune nabin. Em hebûn, em hene û em ê hebin. Heta ku em Rêber Apo bi fizikî di nava xwe de bibînin. Em îro têkoşîna ku didin meşandin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk em hemû pêkhate di nav aramî û wekheviyê de dijîn."   Zozanê bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û ev gotin bi lêv kir:"Îro hemû cîhan û rêxistinên mafê mirovan li hember tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, bêdeng mane û temaşe dikin. Lê em weke jin û gelên azadîxwaz bi helwest, têkoşîn, deng û berxwedana xwe li hember vê tecrîdê bêdeng namînin. Wê dengê me her tim bilind be û em ê tekoşîna xwe bidomînin. Em azadiya Rêber Apo, weke jin û gel azadiya xwe dibînin. Ji bo ev tecrîda giran bê şikandin pêwîst dike helwest û hêrsa me ji her demê zêdetir be. Ev helwesta me ji bo hemû hezên komplogere bibe bersivek xurt. Ji bo wê jî em dibêjin berxwedan jiyan e û em ê sala 2023’yan bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan."   Şahî bi tevlîbûna komên sitranbêjên Hîlala Zêrîn, hunermênde Germiyanî Pêşawa, koma Gîvara ya Navenda Çanda Baqî Xido û koma govendê a Ş.Şîlan berdewam kir. Di şahiyê de bê navber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe, bijî serok Apo" hatin berzkirin.