Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir 2023-04-04 10:55:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi munasebeta pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan paste hat birîn.   Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi munasebeta pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan duh êvarî paste hat birîn. Bi tevlîbûna hemû sazî û xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê bername dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen ve hat kirin.   'Em 4’ê Nîsanê bi coşek mezin pêşwazî dikin'   Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Abdullah Ocalan, têkoşerên di çeperan de li ber xwe dide, her wiha girtiyên zindanan û tevahî gelê azadîxwaz pîroz kir: “Em 4’ê Nîsanê bi coşek mezin pêşwazî dikin. Heta em Serokatiya xwe bi awayek fîzîkî di nava xwe de nebînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wek gelê Kurd em ê heta dawiyê bi Rêbertiya xwe bijîn û bidin jiyîn.”   Piştî axaftinê, pasteya ku ji bo rojbûna Abdullah Ocalan hatibû amadekirin ji aliyê malbatên şehîdan ve bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘4’ê Nîsanê li Rêber Pîroz be’ hat birîn. Medîne Kara piştî birîna pastê axivî û got: “Ez destpêkê 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û tevahî gelê Kurd pîroz dikim, îro roja ronahiya me ye, roja ronahiya zarok û gerîlayên me ye. Heta ku yek zarokê me mabe em dest ji vê dozê bernadin.”   Piştî wê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha pîştî sînevîzyonê Koma Meryem Xan û Kevana Zêrîn stiranên xwe yên dengbêjî pêşkêş kirin.   Herî dawî li ber stinanên gelêrî govend hat gerandin. Gel heta siharê li Saziya Malbatên Şehîdan man.