Şêniyên Mexmûrê ji bo 4'ê Nîsanê şitil çandin 2023-04-04 10:51:41     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi munasebeta 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, şitlên daran hatin çandin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi munasebeta 74’emîn rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, ji aliyê mamosta, xebatkar û xelkê wargehê ve li bexçeyên dibistanên wargehê şitlên daran hatin çandin.   Li Wargeha Mexmûrê îro wê bi şahiyekê rojbûna  Abdullah Ocalan were pîrozkirin.